Parlamenterê Kesk-Ewropa Ekolojî (EELV) ê Rojavayê Fransayê bajarê Morbîhanê Paûl Mollac diyar kir, ku bi venexwendina Kurdan ji bo Cenevreyê re bêsamîmiyeta welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya bêdengiya li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê derketiye holê.
Mollac diyar kir, gelê Kurd ji aliyekî ve li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li aliyê din jî li dijî dîktatoriya AKP'ê têdikoşe û destnîşan kir, ku welatên îdîa dikin ew li dijî çeteyên DAIŞ'ê ne, heta niha di polîtîkaya xwe ya ji bo Kurdan de helwesteke samîmî nîşan nedane.
Parlamenterê EELV ê departmana Morbîhanê Paûl Mollac, heyetek ji Kurdistaniyên li Rojavayê Fransayê dijîn, li bajarê Ploarmelê qebûl kir. Mollac di daxuyaniya xwe ya li vir de da zanîn, gelê Kurd bi dayîna berdêlên gelekî mezin re li dijî dîktatoriya AKP'ê li ber xwe dide û ew rewşa li Kurdistanê ji nêz ve dişopîne.
Mollac diyar kir, biryarên tedbîrê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li hemberî binpêkirina mafên li Kurdistanê wergirtiye, ji aliyê hikûmeta Tirk ve nayên naskirin û welatên Yekîtiya Ewropa jî van komkujiyên rejîma Tirk li gelê Kurd dike, ji nedîtî ve tên.
Heyeta ji Kurdistaniyan jî da xuyakirin, ku dîktatoriya AKP'ê li Bakurê Kurdistanê bi pêkanînên li dijî mirovahiyê re şer dimeşîne, hewl dide bi zorê Kurdan koçber bike û ji ber ku nahêle birîndaran rakin nexweşxaneyê, ji ber jêçûna xwîna zêde gelek birîndaran jiyana xwe ji dest dane. Endamên heyetê bang li dostên Kurdan ên li Ewropayê kirin ku ji bo dîtina komkujiyên dîktatoriya AKP li Kurdistanê dike biçin Kurdistanê û ji bo zextê li hikûmeta Tirk bikin hîn bêhtir bikevin nava hewldanan.
Mollac ragihand ku ew ê di demeke herî nêz de bi rêya hevalên xwe yên li Neteweyên Yekbûyî bikeve nava tevgerê û li Parlamenta Ewropayê jî pêşnûme pirsekê li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê pêşkêş bike. Mollac da zanîn, ji bo heyetek biçe Kurdistanê ku şerê li hemberî Kurdan tê meşandin lêkolîn bike, ew ê bixebite û pêşniyarê li koma xwe bike ku Konseya Ewropa polîtîkaya AKP'ê şermezar bike.
Kurdistaniyên beşdarî hevdîtinê bûn, li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê û komkujiya Parîsê, dosya pêşkêş kirin.