Pasaportên Hevberdevkên Partiya Çep û Kesk hatin desteserkirin
Pasaportên Hevbedevkên Partiya Paşeroja Çep û Kesk Eylem Tûncaellî û Nacî Sonmez hatin desteserkirin.
Pasaportên Hevbedevkên Partiya Paşeroja Çep û Kesk Eylem Tûncaellî û Nacî Sonmez hatin desteserkirin.
Hevberdevk Eylem Tûncaellî û Nacî Sonmez ji bo tevlî 29. Konferansa Partiya Keskan a Ewropayê bibe hatin Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê. Hevberdevkên ku wê ji vê derê biçûna paytexta Elmanya Berlînê, pasaportên wan hatin desteserkirn.
Partiya Paşeroja Çep û Kesk diyar kir ku derketina derveyî welat li hevberdevkên wan nehatiye qedexekirin û ragihand ku ev kiryar karekî bêhiqûqî ye.