Partiya Sosyalîst a Fransayê êrîşên li dijî Kurdan şermezar kir
Partiya Sosyalîst a li Fransayê êrîşên li hemberî Kurdan û HDP'ê şermezar kir.
Partiya Sosyalîst a li Fransayê êrîşên li hemberî Kurdan û HDP'ê şermezar kir.
Berpirsyarê Hevkarî, Peşketin û Koça Navneteweyî yê Partiya Sosyalîst a Fransayê Maûrîce Braûnd, polîtîkayên qetlîamê yên li hemberî Kurdan şermezar kir.
Braûd daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hewl dide hêza xwe ya hegemonîk a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de winda kiriye ji nû ve bi dest bixe, lewma êrîşî Kurdan dike.
'ATMOSFERA DIJBERIYA KURDAN RÊ LI BER FIKARAN VEDIKE'
Braûd da zanîn ku di nava du rojan de zêdeyî 400 caran êrîş li hemberî avahiyên HDP'ê hatine kirin û diyar kir ku çapemenî û rojnamevanên biyanî jî para xwe ji vê kampanyayê girtine. Braûd destnîşan kir ku ew weke Partiya Sosyalîst ji vê atmosfera şîdetê û dijberiya Kurdan a li Tirkiyeyê bi fikar in û êrîşan şermezar dikin.
Braûd got, "Weke Partiya Sosyalîst em bang dikin ku rewşeke aram û nîqaşa siyasî were afirandin û ji bo kampanya hilbijartinê rayedarên Tirk şert û mercên pêwîst biafirîne." Braûd xwest muzakere destpê bike.