Partiya Komunîst a Fransayê: Em beşdarî çalakiyên sibehê bibin

Yek ji partiyên çepgir ên Faransayê Partiya Komunîst (PCF) jî têkildarî darbeya li dijî HDP'ê bertek nîşan da.

PCF di daxwiyaniya xwe de xwest, demildest parlementer û muxalif serbest bên berdan û ji bo çalakiyên şermezarkirinê yên li Fransayê tên li dar xistin banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê PCF'ê Pîerre Laûrent hat dayîn de hat destnîşankirin ku girtina Demîrtaş, Yuksekdag û gelek parlementeran bi xwe re 'hêrs' û 'qehr'ek mezin daye der.

Laûrent diyar kir ku girtina parlementeran piştî girtina hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şerekî mezin ê li dijî gelê Kurd destpê kiriye û got, Erdogan ji bo dîktatoriya xwe ava bike derbasî merhaleyeke nû bûye.

Laûrent diyar kir ku, li Tirkiyeyê bi girtên dawî re huqûq nemaye û rûxiyaye û got, divê Fransa û Yekîtiya Ewropayê demildest tevbigerin û xwest dev ji 'tevkariya xwe yî bêdengiyê berdin.’

Di daxuyaniyê de herî dawî hat diyarkirin ku, divê demildest hemû çepgir, demokrat û rewşenbîrên muxalif serbest bên berdan û ji bo çalakiyên ku dê li temamiya Faransayê (5'ê mijdarê) bên li dar xistin banga tevlîbûnê hat kirin.