Partiya Komunîst a Fransayê: Çalakiyên li Tirkiyeyê hêrseke rewa ye
Partiya Komunîst a Fransayê: Çalakiyên li Tirkiyeyê hêrseke rewa ye
Partiya Komunîst a Fransayê: Çalakiyên li Tirkiyeyê hêrseke rewa ye
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) diyar kir ku li tirkiyeyê li dijî polîtîkaya otorîter ya desthilatdariya AKP’ê nerazîbûnek mezin heye û got ev hêrseke rewa ye.
PCF’ê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku çalakiyê îro li Tirkiyeyê pêk tên nîşaneya nerazîbûna gel a li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ya Îslamî û mufazakar e.
PCF’ê destnîşan kir ku ji mezbûna aboriya ku ji aliyê rejÎma AKP’ê ve tê parastin pêşveçûnek tune û di serî de cihan û beşeke mezin a civakê ji vê fêdeyê nabîne.
PCF’ê ev êrîşa li dijî gel şermezar kir û piştgirî da daxwazên wan yên rewa. Partiya Komunîst bo daxuyaniya ku dê di 4’ê Hezîranê de li Parîsê li ber Fontaîne des Innocents pêk bîne bang kir.