Partiya Keskan serdana NCDK a Gavle kir

Parlamentera Ewropayê ya Partiya Keskan Bodîl Valero û namzetê parlamenteriyê yê heman partiyê Andrea Bromhed serdana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Gavle kirin.

Tevî rêveberên NCDK'ê, 3 Kurdistaniyên endamên Meclîsa Şaredariya Soderhamnê ji Partiya Çep, Meclîsa Şaredariya Gavle ji partiyên Mûxafazakar û Sosyal Demokrat a Karker tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de, rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê, hilbijartinên parlamenteriyê û herêmî yên Swêdê hatin nirxandin ku wê 9'ê Îlonê pêk werin.

Rêveberên NCDK'ê di hevdîtinê de ku 2 saetan dewam kir, li ser êrîş û komkujiyên ku dewleta Tirk li Rojava, Şengalê û Bakurê Kurdistanê dike, agahiyên berfireh dan. Işaret bi girîngiya derxistina PKK'ê ji nava lîsteya 'rêxistinên terorê' kirin.

Rêveberên NCDK'ê bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ku rewşa Mandela û Ocalan dişibin hev. Ji Partiya Keskan a Hawirdorê jî xwestin ku ji bo rakirina tecrîdê bikeve nava hewldanan.

Valero û Bromhed dan xuyakirin ku ew rewşa li Tirkiye û Kurdistanê ji nêz ve dişopînin û binpêkirina mafên mirovan ên dewleta Tirk gelek caran xistine rojeva Parlamenta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê. Nûneran diyar kirin ku wê vê hewldana xwe bidomînin.