Partiya Keskan ji bo Efrînê name ji hikumeta Awûstralyayê re şand
Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Awûsralyayê Rîchard Dî Natale, li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê nameyek ji Wezîra Karên Derve re şand.
Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Awûsralyayê Rîchard Dî Natale, li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê nameyek ji Wezîra Karên Derve re şand.
Dî Natale ku di heman demê de Senatorê Vîctorîa ye got, "Partiya Kesk ji hewldana hikumeta Tirk a ku deriyekî nû li şerê navxweyî yê Sûriyeyê vedike, gelekî bi fikar e."
Lîderê Partiya Keskan diyar kir ku gelê Sûriyeyê ji xwe bi salan e di nava felaketekê de ye û got, "Çalakiyên Tirkiyeyê wê li herêmeke herî bi îstiqrar, herî ewle û herî demokratîk a Sûriyeyê rê li ber êşên mezin ên însanî veke û perspektîfa aştiyê bixe tehlûkeyê."
Dî Natale di dewama nameya xwe de wiha got, "Êrîş di demeke welê de hate kirin ku gelê Kurd ê li Sûriyeyê di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bi roleke jiyanî radibin. Alîkarî dan hewldanên ji bo têkbirina DAÎŞ'ê, Êzidî li Şengalê ji qirkirinê rizgar kirin û bi vî rengî bi roleke bi biryar rabûn.
Çalakiyên Tirkiyeyê hewldaneke vekirî ye ji bo sabotekirina gelê Kurd li Sûriyeyê û divê Awûstralya çavên xwe li vê yekê negire. Ez bang li we dikim ku hûn çalakiyên Tirkiyeyê şermezar bikin û ji bo peydakirina rêyekê ji bo kêmkirina aloziyê, bi civaka navneteweyî re bixebitin."
Tê payin ku Partiya Keskan li ser Efrînê pêşnûme pirsekê pêşkêşî hikumetê bike.