Partiya Keskan: Bila Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê

Partiya Keskan a ku li Elmanyayê yek ji partiya mûxalefetê ye di kongreya xwe de êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û xwest bila firotina çekan a ji Tirkiyeyê were sekinandin.

Di kongreya Partiya Keskan de serokên nû hatibûn hilbijartin. Yek ji meseleya ku hate rojeva kongreyê jî êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê bû. Pêşniyaznameya ku delegeyan pêşkêşî kongreyê kir, bi zêdebûna dengan hate qebûlkirin. Di pêşniyaznameyê de hate diyar kirin ku êrîşên li ser Efrînê li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Di kongreyê de bang hate kirin ku, divê Elmanya li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne û hate xwestin ku divê Elmanya leşkerên xwe vekişîne yên ku li Konyayê li baregeha NATO’yê ji bo balefirên keşfê hatine peywirdarkirin.

Partiya Keskan diyar kir ku divê hikumeta federal firotina çek û amûrên leşkerî yên ji Tirkiyeyê re bide sekinandin. Partiya Çep a li Elmanyayê jî wekî Partiya Keskan dixwaze leşkerên li Konyayê werin vekişandin û îxracata çekan a bi Tirkiyeyê re were sekinandin.

Piştî ku di çapemeniyê de derket holê ku tankên Elmanyayê yên bi navê Leopard-II di êrîşên Efrînê de tên bikaranîn, Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel diyar kiribû, heta ku hikumeta nû neyê hilbijartin ew ê destûrê nedin modernîzasyona tankên ku firotine Tirkiyeyê.

Serokê Koma Meclîsa Federal a Partiya Çep a Elmanyayê Sahra Wagenknecht jî hefteya borî daxuyanî dabû û xwestibû ku Elmanya leşkerên xwe yên li Konyayê vekişîne û sewqitaya çekan a ji bo Tirkiyê were sekinandin.

Li gorî nûçeya kovara Der Spîegelê jî piştî civîna Konseya Ewlekariya Federal a ku Serokwezîr Merkel û 6 wezîr beşdar bûbûn, destûr hatibû dayîn ku çekan bifiroşin Tirkiyeyê. Li gorî vê nûçeyê di Cotmehê de peymana modernîzasyona 120 tankên M60 ên artêşa Tirk hatibû erêkirin.