Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîka Derve Hans Lînde ku çend roj berê çû Amedê û hin danûstandin kir, da xuyakirin ku berxwedêrî û biryardariya parlamenterên HDP'ê û rêveberên şaredariyên ên li dijî êrîş, zext û zordariya rejîma AKP'ê, hêjayî rêzdariyê ne. Lînde got, weke Partiya Çep wan biryar dane piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê mezintir bikin.
'TIRKIYE BI LEZ Û BEZ BER BI ALIYEKÎ ŞAŞ VE DIÇE'
Lînde da xuyakirin, di hevdîtinên bi parlamenterên HDP'yî, rêveberên şaredarî û rêxistinên girseyî de, rewşeke tarî derketiye pêşiya wî û got, "Tirkiye bi lez û bez ber bi aliyekî şaş ve diçe. Li Tirkiyeyê ne tenê parlamenter, her wiha hevşaredar, rojnamevan, mamoste û sendîkavan jî tên girtin. Di dema dawî de bi hezaran kes, tenê ji ber sedemên siyasî hatin girtin.
Min beriya niha gelek caran navçeya Sûrê ziyaret kiribû. Di dema dawî de min guhertineke gelekî mezin dît. Li her cihî polîs, leşker û maşînên zirxî yên bi çekên giran hebûn. Rê bi bendan hatibûn girtin. Li ser avahiyan şopa fîşekan hebû. Amed gelekî hatiye guhertin. Mirov fikara li wir dihese."
'BIRYARDARIYA GEL Û SIYASETMEDARAN HÊVIYÊ DIDE MIROVAN'
Lînde destnîşan kir, ku tevî zext û girtinê jî hêviya gelê Amedê û siyasetmedaran her zindî ye û anî ziman, ev yek hêviyê dide wan. Lînde got, "Dizanin ku di her kêliyê de dikarin werin girtin û bi salan di girtîgehê de bên girtin. Feleknas Ûca ji me re got, 'Min çenteyê xwe amade kiriye. Ez dizanim ez ê bi cezayê 15 salan ê girtîgehê werim darizandin. Lê belê ji bo aştî û guhertinê ez ê karê xwe bidomînim'. Wêrekî û biryardariya mirovan bandoreke mezin li me kir. Ji ber ku xwedî sekneke xurt in, lê pêwîstiya wan bi desteka cîhana derve heye."
Lînde da zanîn ku cîhana derve destekeke têrker nade wan û got, "Siyasetmedarên ku ez li Amedê bi wan re axivîm, ji helwesta bêbiryar a Yekîtiya Ewropayê aciz in. Nerazîn e, ji ber ku dibêjin; Yekîtiya Ewropa, Swêd ji aliyekî ve binpêkirina mafên mirovan protesto dikin û dixwazin parlamenterên girtî werin berdan, lê li aliyê din welatên Yekîtiya Ewropayê hê jî çekan difiroşin Tirkiyeyê.
'BILA DANÛSTANDINÊN ENDAMETIYÊ YÊN BI TIRKIYEYÊ RE TÊN MEŞANDIN WERIN SEKINANDIN'
Parlamenter Lînde da xuyakirin, ku weke Partiya Çep helwesta wan a li dijî girtina parlamenterên HDP'ê û binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê zelal e û wiha dewam kir: "Yekîtiya Ewropa ji ber daxuyaniyên tund Tirkiyeyê rexne dike. Lê rexnekirin têrê nake. Dema gotin bi cih neyê, hingî bêwate dibe. Em weke Partiya Çep dixwazin danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re tên meşandin, werin sekinandin. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî werin berdan û hurmet ji mafên mirovan re bê nîşandan. Pêwîste peymana bi Tirkiyeyê re li ser mijara penaberan hatiye îmzekirin, bê betalkirin. Ev peyman dişibe peymaneke ku bi şeytên re hatiye çêkirin. Bi vî rengî Erdogan Yekîtiya Ewropa bêdeng kir. Ji bo mûxalefetê bêdeng bike û ji holê rake, dest bi êrîşên berfireh kir."
Lînde diyar kir, rewşa heyî nîşan dide ku êrîş û zexta rejîma Erdogan wê zêde bibe û girtina Kongreya Jinên Azad (KJA) bibîr xist. Lînde got, "Di nava rojekê de 370 rêxistinên civakî yên sivîl hatin girtin. Erdogan bi rengekî bêsînor tevdigere. Dibe ku êrîşên xwe zêde bike. Ji bo desthilatdariya xwe xurt bike û mûxalefetê bieciqîne, çi jê tê dike. Ev zêdegaviya Erdogan hinekî bi helwesta cîhana derve ve jî girêdayî ye. Eger cîhana derve bi tenê li rewşê temaşe bike, wê Erdogan êrîşên xwe zêde bike. Lewma divê cîhana derve helwesteke zelal nîşan bide."
Parlamenterê Partiya Çep Lînde da xuyakirin, ku ew rewşa parlamenterên HDP'ê ji nêz ve dişopînin û bibîr xist, ku bi pêşniyarnameyeke nivîskî wan mijar xistine rojeva parlamenta xwe.
LÎDERÊ PARTIYA ÇEP SJOSTEDT WÊ DEMÎRTAŞ ZIYARET BIKE
Lînde anî ziman, Serokê Partiya Çep Jonas Sjostedt niha hewl dide bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinê bike û got, "Hevalên me yên din jî niha lêkolînê dikin ku bi çi rengî karibin bi parlamenterên HDP'ê yên girtî re hevdîtinê bikin. Em ê ji bo vê serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê bidin. Ji bo piştgiriyê bidin parlamenterên HDP'ê em ê serî li her rê û rêbazê bidin."
HÛN BI TENÊ NÎNIN
Lînde ji siyasetmedarên HDP'yî û hevşaredarên Kurd re got, "Hûn bi tenê nînin. Ji bîr nekin, em li vê derê ji bo we têdikoşin. Li Swêdê û gelek welatên cîhanê gelek dostên me hene. Heta ku li Tirkiyeyê rêveberiyeke demokratîk ava bibe û hurmet ji mafên mirovan re were nîşandan, piştgiriya me ya ji bo HDP û gelên Tirkiyeyê wê bidome."