Partiya Çepên Kesk çû serdana mexdûrên erdhejê
Rêveberên Partiya Çepên Kesk di serdana mexdûrên erdhejê yên Hatayê de diyar kirin ku li hemberî gel cudakarî tê kirin û ev tişt anîn ziman: "Em banga têkoşînê li her kesî dikin."
Rêveberên Partiya Çepên Kesk di serdana mexdûrên erdhejê yên Hatayê de diyar kirin ku li hemberî gel cudakarî tê kirin û ev tişt anîn ziman: "Em banga têkoşînê li her kesî dikin."
Serdanên Partiya Keskan û Paşerojê ya Çep (Partiya Çepên Kesk) a li bajarên ku erdhej çêbûne didome. Serdana li Hatayê di roja 4'emîn de berdewam dike. Heyeta ku di nav de Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Parlamenterên Partiya Çepên Keskan Tulay Hatîmogûllari û Mehmet Zekî Îrmez jî hebûn, çûn serdana mexdûrên erdhejê.
'PIŞTÎ HILBIJRTINÊ AŞXANE GIRTIN'
Heyet ewilî çû sedana ergdhejzedeyên li konên taxa Çekmece ya navçeya Defneyê dimînin. Erdhejzede pirsgirêkên ku rû bi û mane ji heyetê re vegotin. Erdhejzedeyan diyar kirin ku piştî hilbijartin qediya aşxaneyên ku xwarin belav dikin girtin û ji ber vê yekê birçî mane.
Heyet dawiyê çû serdana bavê Alî Atakan ê ku di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dabû Ahmet Atakan. Atakan got ku bi hevkariya civakê hewl didin birîna xwe bi destên xwe derman bikin.
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ew bi tu awayî guhertina demografiya bajêr qebûl nakin û wiha axivî: "Em ê têkildarî pirsgirêkên li vir diqewimin raporekê amade bikin. Em ê bi civakê re piştevaniya mexdûran bikin."
SERDAN 4 ROJÊN DIN BIDOMIN
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî axaftinek kiir û got ku ji tenduristiyê bigirin heta pêwîstiyên jiyanî pirsgirêk hene û ew ê bi gel re çarser bikin. Akin anî ziman ku pirsgirkên konteyneran hêjî nehatine çareserkirin û wiha domand: "Divê demildest ev pirsgirêk were çareserkirin. Di 1'ê cotmehê de Meclîs vedibe em ê van pirsgirêkan bibin rojeva Meclîsê."
Heyet di nava van 4 rojan de biçin serdana Kooperatîfa Jinana a Taxa Maşûklû, Kooperatîfa Jinan a Rihen Mizrakli ya Samandagê û taxên Dîkmece û Serînyol ên Antakyayê.