Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê eşkere dike

Partiya Çep a Kesk ji bo eşkerekirin beyannameya xwe ya ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê li hev kom bû. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Ssancar di civînê de daxuyaniyê didin.

Partiya Pêşeroja Çep a Keskan (Partiya Çep a Kesk) li oteleke li Enqereyê Beyannameya xwe ya Hilbijartinê aşkere dike. Partiya Çep a Kesk ku dirûşmeyên hilbijartinê weke “Em li vir in em ê bi hev re biguherînin” û “Dîsa em” diyar kirin pankartên bi kurmancî, kirmanckî û tirkî yên “Em li vir in em ê bi hev re biguherînin” , “Dîsa em, dîsa serkeftin” , “Em li vir in em ê bi kedkaran re biguherînin” , “Dîsa civak, dîsa azadî” , “Dîsa ciwan, dîsa serkeftin” , “Seba awamlerdişî, reyan ma” daliqandin. Li eywanê li ekrana mezin a LED’ê dirûşmeyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk hatin nîşandan.

Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Berdevka SODAP'ê Kezban Konûkçû, Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavît Ûgûr, endamên Desteya Berdevkên TOP'ê Perîhan Koca û Pelîn Kahîlogûllari, Serokê EMEP'ê Ercument Akdenîz, siyasetmedarên kurd Ahmet Turk û Sirri Sakik, Wezîrê berê yê Dewletê Halîl Ziya û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan beşdarî civînê bûn.

Hevserokên HDP’ê yên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar beriya Beyannameya Hilbijartinê diaxivin.