Partî û saziyan banga berxwedanê kirin: Li ber qirkirinê bêdeng nemînin
Partî û saziyên li dijî êrîşên qirker ên desthilata AKP/MHP’ê daxuyanî dan gotin: “Li ber xwe bidin. Her kesê bêdeng be ji qirkirinê berpirs e. Li dorî saziyên xwe bibin yek.”
Partî û saziyên li dijî êrîşên qirker ên desthilata AKP/MHP’ê daxuyanî dan gotin: “Li ber xwe bidin. Her kesê bêdeng be ji qirkirinê berpirs e. Li dorî saziyên xwe bibin yek.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) û Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk daxuyanî dan.
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’
DBP: Desthilata AKP-MHP’ê ya duh li bajarê Silêmanî ya Kurdistana Federal gelê Kurd bombe kir, sivîl qetil kirin, dîsa li dijî tevgera siyasî ya Kurd dest bi operasyonê kiriye. Avêtine ser gelek saziyên Kurd û xebatkar destgîrkirine. Ev hemû hewldanên îlegalîzekirina tevgera siyasî ya Kurd e. Em BDP gav bi şûn ve navêjin. Em ê li ber xwe bidin.
‘DIVÊ GELÊ ME LI DORÎ SAZIYÊN XWE BIBE YEK’
HDP:Êrîşa li ser KCD hem li dijî vîna çareseriyê sabojatek e, hem jî li dijî vîna gelê Kurd û nenaskirina wê êrîşkariye. Em bi hev re bikevin tevgerê. Divê hemû gelê me li dorî KCD bibe yek.
‘YÊN BÊDEN BIN DIBIN GUNEHKAR
CÎK: Divê li dijî van êrîşên qirker hemû Kurd rabin ser piyan. Çi ji destê kê/î bê divê niha bike, sibe wê direng be. Her kesên li ber van qetlîam û qirkirinê bêdeng be, têkoşîînê neke li ber Xudê û mirovahiyê gunehkar û berpirs e. Roj roja îtifaqê ye, roja li dijî van xwînmijan roja têkoşînê ye.
‘BERSIVA HERÎ MEZIN ÎTIFAQA DEMOKRASIYÊ YE’
HDK: Êrîşa li ser KCD’ê hewldana desthilatê ya dirêjkirina emrê xwe ye. Wê negihêje armancên xwe. Ji bo wê bersiva herî mezin rêxistina xwe ya civakî mezin bikin û di nava hêzên demokrasiyê de pêkanîna îtifaqên demokrasiyê ye.”