Partî û rêxistinên Swîsreyî: Li dijî rejîma Erdogan a yekperst di ‘NA’ yê de bibîn yek
Bi hezaran kesên ku di pêşengtiya partî û rêxistinên siyasî yên sîwîsreyê de kom bûn, peyama “Li dijî rejîma Erdogan a yekperst di ‘NA’ yê de bibîn yek.” dan.
Bi hezaran kesên ku di pêşengtiya partî û rêxistinên siyasî yên sîwîsreyê de kom bûn, peyama “Li dijî rejîma Erdogan a yekperst di ‘NA’ yê de bibîn yek.” dan.
Partiya Sosyalîst (SP) û Keskan ên 2 partiyên mezin ên Swîsreyê ne, Solîdarîte, Medîco înternatîonal Schweîz, Solîfonds, DEM-KURD di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê de di mîtînaga ku li bajarê Bern ê Swîsreyê lidar xistin de, faşîzma AKP/MHP’ê protestokirin.
Di çarçoveya çalakiya bi dehan rêxistinên Tirkiyeyî û Swîsreyê piştgirî kir de, welatiyên Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyeyî yên ku daketin kolanan, polîtîkayên antî-demokratîk ên Erdogan protestokirin, daxwaz kirin ku divê dewleta Tirkiye li gel Kurdan dubare rûne li ser mase, bang hate kirin ku Tirkiye li gorî distûrên naventeweyî tevger bikin.
Di mîtînga li pêşiya avahiya Parlementoya Federal a Swîsreyê hate lidarxistin de, Parlemeterê Federal ê Partiya Sosyalîs Laûrence Fehlmann Rîelle, Serokê Demê yê Yekîtiya Sendîkayên Swîsreyê Paûl Rechsteîner, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Feleknas Ûca, li ser navê Soîtarîte Honegger Heller, Parlemetera Federal a Partiya Keskan jî Sîbel Arsan weke qiseker beşdar bûn.
Di mîtîngê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê, KCK’ê, YPG’ê û YPJ’ê hatin bilindkirin, her wiha dirûşmên “Kujer Erdogan” û “ Bijî Yekîtiya Navneteweyî” hatin qîrkirin. Dîsa di mîtîngê de komên anarîşîst bi pankartên xwe yên li wer wêneyê Erdogan û li ser “Kujer Erdogan” nivîsandibû bal kişandin.
Mîtînga ku bi dirûşma “Ji bo rejîma Erdogan a zayentperest, faşîst, nîjatperest û otorîter a ku her roja diçe mezin dibe bisekinîne, em neçarin bikevin tevgerê.” hate lidarxistin. Daxwazên bingehîn ên mîna avakirina jîngehekî demokratîk li Tirkiyeyê, berdana girtiyên siyasî, aştiyek li Kurdistanê pêk were, mafê jinan bê parastin hatin xwestin.
ÛCA: DIVÊ HELWESTA EWROPA YA LI HEMBER TIRKIYE ZELAL BIBE
Di mîtîngê de ewilê Parlemetera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca mafê axaftinê girt û bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê diqewimin bibîr xist û behsa girîngiya mîtîngên ji aliyê rêxistinên Swîsreyê ve li dijî Erdogan tên lidar xistin kir.
Ûca diyar kir ku li Tirkiyeyê bi temamî têgehên hiqûq û edaletê li Tirkiyeyê hatine rakirin, bal kişand ku Erdogan dixwaze welat ber bi rêveberiyekî yek kesî ve bibe. Ûca destnîşan kir ku êdî divê Ewropa li dijî faşîzma Erdogan helwestên xwe zelal bike. Ûca diyar kir ku Kurdan tevî hemû zext û êrîşan jî stû xwar nekirin û li dijî Erdogan bûn muxalefeta herî mezin.
‘BI MILYONAN KESÊN DAKETIN QADAN NAVNÎŞAN GREVA ÎMRALÎ NÎŞANDA’
Ûca bibîr xist ku tevî hemû zexan jî gelê Kurd di Newroz 2017’an de helwestê xwe zelal nîşan kirin. Ûca wiha got: “Bi milyonan kesên ku di Newrozê de daketin qadan hem ji bo dewletê û hem jî ji bo em Greva Îmralî nîşandan. Dîsa tevî êrîş û zextan jî bi milyonan diyar kirin ku wê di 16’ê Nîsanê referandûmê de rê nedin Erdogan.”
Ûca di dewama axaftina xwe de banga piştgiriya naventeweyî li dijî faşzîmê bi dawî kir.
SOLITARÎTES: LI DIJÎ ERDOGAN PIŞTGIRIYA BI GELÊ KURD RE XURTIR BIKÎN
Piştî Ûca li ser navê Solîtarîtê Manûela Honegger Heller mafê axaftinê girt û diyar kir ku pêwîste Swîsre li dijî Erdogan nêzikatiya xwe zelal bike û wiha got: "Pêwîste em li dijî dîktatoriya Erdogan, piştgiriya bi gelê Kurd re mezintir bikîn. Heller bang li gelên Tirkiyeyê kir ku di 16'ê Nîsanê de bêjin NA.
YEKITIYA SENDÎKAYÊN SWÎSRE: BÛYERÊN KU LI TIRKIYEYÊ TÊN JIYÎN NAYÊ QEBÛLKİRİN
Piştre Serokê Demê yê Yekitiya Sendikayên Swîsre Paûl Rechstenîer axivî û got: "Êrîşên ku li ser çapemenî û îfadeya azad, êrîşên ku li ser binpêkirinên mafê mirovan nayê qebûl kirin. Ji bo sekinadina rejîma yek kesî ya Erdogan pêwîste hemû kes bi berpirsyartî tevbigere.
PARTIYA SOSYALÎST: PÊWÎSTE ERDOGAN WERE SEKINANDIN
Di mîtîngê de Parlameneterê Partiya Sosyalîst a Federal Laûrence Fehlmann Rîelle jî bal kişand li ser binpêkirinên mafan yên li Tirkiyeyê û got:"Her roja diçe Erdogan ber bi bingehekî otorîter ve diçe. Bê qanûniya ku di destpêkê de li HDP'ê, şaredariyên DBP'yî û gelê kurd tê kirin ti carî nayê qebûlkirin."
Laûrence diyarkir ku weke Partiya Sosyalîst wê her dem li gel gelê Kurd yê ku demokrasiyê diparêze bibe û pêwîste Swîsre li dijî rejîma Erdogan nezîkatiyên xwe zelal tir bike û wiha got: "Swîsre li dijî Erdogan, ji bo ku Konseya Ewropa û Yekitiya Ewropa bikeve tevgerê rol bilehîze. Li Kurdistanê bajar têne xirakirin û bi erdê re têne rastkirin. Pêwîste li dijî van lêpirsînek navnetewî were destpêkirin."
KESKAN: DIVÊ PIŞTGIRIYÊ MEZINTIR BIKÎN
Li ser navê Tevgera Jinan a Swîsreyê Ozen Aytaç û Parlamentera Partiya Keskan a Swîsre ya Federal Sîbel Arslan jî diyar kir ku pêwîste li dijî rejîma Erdpgan piştgiriya navnetewî were mezintir kirin û bang kirin ku gelên Tirkiyeyê li dijî Erdogan di 16'ê Nîsanê de li cem dengê NA li hev kombibin.
Navê rêxistin û saziyên ku tevlî mîtînga li dijî rejîma Erdogan bûne wiha ye;
ALBA Suîza, Alternatîve Lîste AL, Attac, BastA!, CaBî Antîrassîsmûs Treffpûnkt, Jûrîstes Dé- mocrates de Sûîsse, Dîrekte Solîdarîtat mît Chîapas, Fraûenlesben Kasama, Fraûen Lora, GsoA, Kurdîsche Fraûenbewegûng, Kurdîsch-Turkîsch-Schweîzerîscher Kûltûrvereîn KÛTUSCH, Labyrînthplatz Zurîch, Parteî der Arbeît der Schweîz PdA, Relîgîos-Sozîalîstîsche, Vereînîgûng der Deûtschschweîz ReSos, Solîdarîté sans Frontîères, Solîdar Sûîsse, solîdarîtéS Schweîz, Ûnîa, Vereîn Fur Menschenrecht ûnd Solîdarîtat în der Schweîz, Vereînîgûng ûnab-angînger ArztInnen VÛA, Volkshaûs Kûltûr- ûnd Solîdarîtatsvereiî der Ostschweîz, VPOD / SSP, Zûnder, Wîlpf Schweîz.