Parlementoya Danîmerka êrîşên dewleta Tirk û dagirkeriya wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.
Parlementoya Danîmerka ya ku cara yekem êrîşên Erdogan a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir, bang li YE’yê kir ku gişarên tund li ser Tirkiyeyê bisepîne.
Heman demê parlementoyê piştevaniya xwe ya bi Fransa re ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wir kiribû, ragihand.
Di pêşnûmeyê de li ser Fransa ev got: “Parlementoya Danîmerkayê piştevanî û destekekî tam dide Fransa ya ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wan kiriye.”
Di beşeke din a pêşnûmeyê de li ser êrîşên Tirkiyeyê ev hatiye gotin: “ Parlementoya Danîmarkayê êrîşkariya leşkerî ya Erdogan a li ser piranî herêmên Kurd lê dijîn nayê qebûlkirin. Banga Erdogan a boykotê şermezar kir, bang li hikûmetê kir ku xebatên xurtir li ser rotaya YE’yê bike ku zextên tundtir li ser Tirkiyeyê bike.”
Pêşnûme ji aliyê nûnerên partiyê Jens Joel (S), Mîchael Aastrup Jensen (V), Jens Rohde (RV), Anne Valentina Berthelsen (SF), Katarina Ammitzbøll (KF) û Partiya Yekîtiya Sor-Kesk (Ø) Søren Søndergaard ve hatin îmzekirin.