Parlementerên Partiya Çep ji bo Guven çalakî kirin

Perlementerên endamên koma Partiya Çep a li Meclîsa Eyaleta Hambûrgê ji bo destekkirina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê ev 84 roj in di grevê de ye çalakiyek kirin.

Koma Partiya Çep a li Meclîsa Eyaleta Hambûrgê bi çalakiyekê piştgirî dan Hevseroka KCD’ê Leya Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 84 roj in di grevê de ye.

Parlementerên Partiya Çep di rûniştina îro ya li meclîsê de wêneyên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bûye sebola berxwedana li dijî tecrîdê hildan û pankartên ku balê dikişîne ser çalakiyên grevên birçîbûnê tevlî meclîsê bûn. Parlementeran bi pankartên bi nivîsên Îngilîzî ên mîna ’84 roj’, ‘Piştgirî’ û ‘#LeylaGuven’ rûniştin, diyar kirin ku piştgirî didin berxwedana Leyla Guven a li dijî şikandina tecrîdê daye destpêkirin.

Çalakiya li rûniştina meclîsê hate kirin bi pêşengtiya Hevseroka Koma Partiya Çep Cansû Ozdemîr û Boeddînghaûs de pêk hatin. Parlementeran anî ziman ku bi daxwaza Guven a ‘Divê tavilê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibin’ destekê dikin.