Parlementerê HDP’ê Abdullah Zeydan nehat berdan

Parlementerê HDP’ê Abdullah Zeydan nehat berdan. Zeydan got ku, “Em ji dizî û xapandinê nayên darizandin. Saziya darizandinê ketiye bin hukmê AKP’ê.”

2'emîn danişîna doza Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan hate kirin ê ku di operasyona 4 Mijdara 2016'an de tevî hevserokên HDP'ê û hatibû girtin. Zeydan, piştî hat girtin 8 sal û mehek û 15 roj cazayê girtîgehê lê hate birrîn. Dadgeha Îstînafê ceza xira kiribû û doz ji nû ve hat dîtin. Danişîna dozê ya li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Zeydan û parêzerên wî amade bûn. Gelek wekîlên HDP'ê jî doz şopandin

Zeydan 27 rûpel parastina ku amade kiribû xwend û xwest ji bo pêvajoya darazê bi pêş bikeve, li gorî hiqûqê darizandinek pêk bê. Zeydan aşkera kir ku partiya wan bi operasyoneke siyasî re rû bi rû maye û da zanîn ku rakirina destnedana wan jî bi daxwaza dadgehan pêk hatiye.

Pişti parastina Zeytan û parêzeran heyeta dadgehê biryar da.

Heyetê biryara berdewamiya girtina Zeydan da û doz taloqî 11'ê Çileyê kir.