Parlementer Balûken hat girtin
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îdris Balûken ê li Enqereyê dema ji nexweşxaneyê derket hat binçavkirin û bi rêya SEGBÎS'ê îfade da 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, hat girtin.
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îdris Balûken ê li Enqereyê dema ji nexweşxaneyê derket hat binçavkirin û bi rêya SEGBÎS'ê îfade da 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, hat girtin.
Di rûniştina yekem a 30’ê Çileyê de ji aliyê 8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve di derbarê Balûken de biryara berdanê hatibû dayîn. Piştî vê dozger, serî li dadgeha jortir dabû û nerazîbûn nîşandabû. 1. Dageha Cezayê Giran a Amedê ya ku nerazîbûn nirxand di 17’ê Sibatê de di derbarê Balûkende biryara girtinê dabû.
Di derbarê Balûken de bi cezayê heta hetayê û heta 18 salan cezayê girtîgehê tê xwestin doz lê hatibû vekirin.