Parlamentoya Awusturya: Divê ji bo parastina Kurdan her tişt bê kirin
Parlamentoya Awusturya: Divê ji bo parastina Kurdan her tişt bê kirin
Parlamentoya Awusturya: Divê ji bo parastina Kurdan her tişt bê kirin
Komîsyona Polîtîkayên Derve ya Parlamentoya Awustruyayê bi mijara êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê civîneke lezgîn li dar xist. Di civînê de biryar hate dayin ku mafê Kurdan e ku li Kobanê xwe li dijî çeteyan biparêzin. Bang li Wezîrê Derve Sebastian Kurz hate kirin ku ji bo NY, YE û hêzên navneteweyî alîkariyê bidin Kobanê bikeve nava hewldanan.
Komîsyona Polîtîkayên Derve ya Awusturyayê ji bo gotûbêjkirina pêşnûmeya ji aliyê Serokê Komîsyona Derve yê Partiya Sosyalîst (SPO) û Josef Cap û berdevka têkiliyên derve yê SPO Christine Muttonen li hev kom bû.
Rûniştina komîsyonê bi beşdariya hemû partiyên di Meclîsê de pêk hat û biryar hate dayin ku mafê xweparastinê mafê Kurdan e. Piştî rûniştinê daxuyaniyek hate dayin û hate bibîrxistin ku ev demeke dirêj e ku Kobanê bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû ye û wiha hat gotin: “Divê partî hewldaneke mezin bikin û ji bo Kurd bikarin xwe biparêzin bikevin nava hewldanan.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rweşa Kurdan dramatîk e û tirsa cinayet, teror û tecawuzê li tevahiya herêmê belav bûye û wiha hate gotin: “Ji ber vê jî em banga piştevaniya lezgîn a ji bo Kurdan dikin. Divê hemû hêzên herêmî û navneteweyî bi awayeke herî xurt destekê bidin têkoşîna Kurdan a li dijî terora DAIŞ’ê.”
Di civînê de bang li hukûmeta Awusturya û bi taybet jî li Wezîrê Derve Sebastian Kurz hate kirin ku bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropa û rêxistinê navneteweyî bikin ku bi awayeke lezgîn alîkariya mirovên sivîl ên li Kobanê bike.
Bang li Wezîrê Derve hate kirin ku ji bo derfetên xweparastinê yên Kurdan çêbibin, tişta ji destê wan bê bikin. Çalakiya 14 parlementerên ku parlementerên Partiya Kesk a Awusturya Bêrîvan Aslan, Alev Korun û Peter Pilz jî di nav de bûn, bû sedem ku ev civîna komîsyona polîtîkayên derve pêk bê.