Parlamenterên HDP'ê li Kolnê tevlî civîna gel bûn
Parlamenterên HDP'ê Muslum Dogan, Çîlem Oz, Alî Kenanoglû, Alî Haydar Konca û Tûrgût Oker li Kolnê tevlî civîna gel bûn.
Parlamenterên HDP'ê Muslum Dogan, Çîlem Oz, Alî Kenanoglû, Alî Haydar Konca û Tûrgût Oker li Kolnê tevlî civîna gel bûn.
Hevdîtin û danûstandinên parlamenterên HDP'ê yên li Elmanyayê dewam dikin.
Parlamenterên HDP'ê Muslum Dogan, Çîlem Oz, Alî Kenanoglû, Alî Haydar Konca û Tûrgût Oker li Kolnê tevlî civîna gel bûn.
Wekîlên ku di destpêkê de Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê ziyaret kirin, bi gel re sohbet kirin û dûre çûn serdana Komeleya Haci Bektaş a bi nêzbûna xwe ya li CHP'ê tê zanîn. Heyet ji aliyê rayedarên komeleyê ve bi germî hat pêşwazîkirin û piştî sohbeta li vir, berê xwe da Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABF), ji bo tevlî panelê bibin.
OKER: CHP NASNAMEYA ELEWÎTIYÊ DERNAXÎNE PÊŞ
Di civîna li salona AABF de, ku bi qasî 500 kes lê amade bûn de, destpêkê Oker mafê axaftinê wergirt û destnîşan kir, ku polîtîkayên heta roja îro Elewî red dikirin, êdî bi dawî dibin. Oker destnîşan kir ku di roja îro de ew bi serbilindî li Meclîsê dibêjin 'Em Elewî' ne. Oker ragihand ku CHP dixwaze nasnameya Elewîtiyê li paş bihêle û got, "Hin radibin dibêjin, 'em siyaseta nasnameyê nameşînin'. Dibêjin ku ew bêalî ne. Bêyî qebûlkirina nasnameya Elewiyan, mayîna bêalîbûn li pêş çavan e ku xizmetê ji kê re dike. Girîng e gelê me vê bibîne. Mafê her zarokekî Elewî heye mîna zarokekî Sûnî baweriya xwe hîn bibe."
KONCA: WEZÎRÊ KARÊ HUNDIR XWE EZ DEMÎRTAŞ ÎQNA BIKIM, LÊ MIN RED KIR
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Alî Haydar Konca jî got, "Ez bi dengên Ewropayê hatim hilbijartim. Eger ez nehatibûma hilbijartin, wê li şûna min wekîlekî MHP'yî bihata hilbijartin. Ji ber ku di vê demê de hûn li nasnameya xwe xwedî derketin û bi serbilindî sekinîn, ez we pîroz dikim."
Konca bal kişand ser rewşa xwe ya cihgirtina di hikûmetê de û got, "Me mafê xwe yê di destûra bingehîn de bi kar anîn û gotin, em ê di nava hikûmetê de cih bigirin, lê bi serbilindî. Me got, em ê nîşan bidin ku di desthilatdariya gel de wê çi bê kirin û hemû karên wan teşhîr bikin. Bi vê armancê me biryar dan di nava hikûmetê de cih bigirin. Wezîrê Karên Hundir ji me xwest ku em neçin Cizîrê û ji min xwest, ku Demîrtaş di vî warî îqna bikim. Min jê re got ku ev nepêkan e. Min jê re got, 'Qet nebe destûrê bidin komek ji 10-15 kesan derbas bibe. Em li wir lêkolînê bikin. Eger li gorî îdîayên we mirovên çekdar li wir hene, em navbeynkariyê bikin, bêyî xwîn birije em vê çareser bikin û bila gel pê neêşe.' Lê wî ev qebûl nekir."
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan jî di axaftina xwe de cihgirtina di nava hikûmetê de nirxand û destnîşan kir ku wan mora xwe dananîne binê projeyên li dijî polîtîkayên wan.
Parlamentera HDP'ê ya Mersînê Çîlem Oz gel silav kir û bal kişand ser rola jinê ya di nava têkoşînê de. Oz ragihand ku gelê Kurd dixwaze xwe bi rê ve bibe û anî ziman ku hikûmetê biryar daye li Kurdistanê şer bimeşîne.
KENANOGLÛ: DIVÊ KOLAN NEYÊN TERIKANDIN
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû jî bal kişand ser êrîşên dewletê yên li hemberî Cizîr û navçeyên din ên Kurdistanê û got, "Divê em xwedî li kolanan derkevin, kolanan neterikînin. Kurd, Elewî, Laz, Çerkez hemû bindestên li Komara Tirkiyeyê divê em beriya her tiştî li kolanan serdest bin. Bi vê yekê re em ê dest ji parlamentê jî bernedin. Ji bo em di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de encameke xurttir werbigirin, xebatên me dewam dikin."
Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.