Parlamenterên Elman: Sedema bêdengiyê xweseri ye

Parlamenterên Elman: Sedema bêdengiyê xweseri ye

Parlamenterên Elman ên li Pirsûsê hevdîtin pêk anîn, diyar kirin sedema bêdengiya hikûmeta wan û welatên rojavayî ya li hemberî êrîşên çeteyan ser Kobanê avakirina jiyana xweser a demokratîk a li Rojava hatiye avakirine.

Berxwedana li Kobanê her mezin dibe ziyaretên heyetên biyanî ji bo Pirsûsê jî dewam dike. Heyetek ji parlamenterên Partiya Çep pêk tê. Kobaniyên li Pirsûsê û yên li xeta sînor nobetê digirin ziyaret kir.

Ji Partiya Çepgir Parlamenterê Meclîsa Federal a Elmanya Sabîne Leîdîghgot ku dema ew hatin Pirsûsê herî zêde rewşa penaberan bala wan kêşand û xebatên gelê Pirsûs û şaredariya wê dimeşîne jî pir erênî dîtin. Leîdîgh diyar kir ew dixwaze tiştên dîtine bibe Meclisa Elmanyayê û wiha got: “Bi taybet ez dixwazim tiştên li Kobanê rû didin bînim rojevê. Têkildarî ka çima Hikûmeta Elmanya divê mijarê de mûdaxele nekiriye van tiştan bêjim. Niha li Rojava rêveberiyekî Xweseriya Demokratîk heye. Ev sîstem bi vî şeklî xwe ji bo yên demokrasiyê naxwazin talûkeyê çêdike. Dibe em partiya mûxalefet bin, lê tişta ji destê me were em ê bikin.”  Leîdîgh got ku wan di heman demê de kampanyayek dane destpêkirin û wiha dewam kir: “Me ji vir ji bo Elmanya xeber şand. Me kampanyayek alîkariyê da destpêkirin. Em dixwazin li Elmanya pereyan kom bikin û ji bo alîkariya zivistanê ya li vir bikin. Bi taybet em dixwazin di mijara konên zivisantanê û konteyneran de alîkariyan bikin.”

‘DIVÊ NATO TIRKIYEYÊ ŞERMEZAR BIKE’

Ji heman partiye Parlamenterê Meclîsa Federal a Elmanya Annette Groth diyar kir di jiyana xwe de li gelek kampên penaberan geriyaye, lê tiştek wiha nedîtiye. Groth got ku ti carî kampeke ne xwedî alikariyek navneteweyî nedîtine û wiha got:

“Li Kurdistanê mirovên dijîn bi hewldanên xwe ji bo penaberan bi alîkariyan kampek çêkirine. Şaredarî û welatî bi derfetên xwe alîkarî dikin. Dema min ev rewş dît min şerm kir. Ez endama komisyona mafê mirovan im. Ez di nava vê komîsyonê de xebatan dimeşînim. Wê roja Çarşemê komîsyon rûne. Di vê rûniştinê de ez ê tiştên min li vi dîtine bînim ziman. Di heman demê de ez wê ji bo parlamenterên ji partiyên cuda di nava komîsyonê de cih digirin jî dibêjim. Bila bên vê dramaya li vir çêdibe bibînin.” Groth diyar kir ku demek dirêj e ji bo hikûmeta Elmanya zextê li ser hikûmeta Tirkiyeyê bike hewldanan dimeşîne û wiha got: “Ji ber ku divê êdî hikûmeta Tirk dest ji alîkariya DAIŞ berde. Di heman demê de Tirkiye endamê NATO ye. Ji ber vê yekê divê NATO vê kiryara Tirkiyeyê bi şêweyekî aşkera bibêje û şermezar bike.”

ALÎKARÎ JI BO PIRSÛSÊ

Dîsa ji Partiya Çepgir parlamenterê Meclîsa Federal a Elmanya Karîn Binder diyar kir divê Elmanya alîkarî bide Kobanê û penaberan. Binder da xuyakirin divê di qada navneteweyî de alîkarî bên kirin û wiha got: “Bi taybet li meclîsê ez dixwazim bal bikişînim ser nuqteyekê. Ez dixwazim bêjim hikûmeta Tirk bi tu awayekî alîkariya penabaran nake. Bi taybet ez dixwazim vê ji raya giştî ya Elmanya re ragihînim.” Binder diyar kir bav, zarokên dayikan û keçên wan ên koçberan li Kobanê di nava şerekî de ne û wiha dewam kir: “Hedefa me ne alîkarîdayîna hikûmeta Tirk, alîkarîdayîna Pirsûsê ye. Me bihîst ev alîkarî nayên Pirsûsê. Li gor tiştên îro me bihîstine bomberbaranên koalîsyona dij DAIŞ dike zêde bandoreke xwe nekirine.”

‘DIVÊ QEDEXEYA PKK’Ê RABE’

Bînder der barê çima Elmanya û welatên rojavayî di mijara Kobanê de bêdengin wiha got: “Pirsgirêka DAIŞ wan afirand. Tevkariyeke wan a mezin çêbûye. Polîtîkaya wan a derve, bi taybet helwesta wan a li hemberî şerê li Iraqê di vê mijarê de tevkariyeke mezin çêkiriye. Di afirandina DAIŞ de destek dan. Ji ber vê yekê bêdengiya wan fêm dikim. Di heman demê de rêveberiya xweser a li Rojava van nerehet dike. Gavên niha hikûmeta Tirk û welatên rojavayî diavêjin zererê didin Kurdên li vir dijîn.  Di heman demê de zerarê dide Kurdên li Ewropa jî dijîn. Ji bo wê yekê weke siyasetmedarên li Ewropa dijîn divê di xaleke girîng de em bixebitin. Ew jî rakirina qedexeya PKK’ê ye.”