Parlamenterên Alman: Ji bo çareseriyê agirbesta du alî divê
Parlamenterên Alman: Ji bo çareseriyê agirbesta du alî divê
Parlamenterên Alman: Ji bo çareseriyê agirbesta du alî divê
Komeke parlmenterên Alman ku piştgirî dan hevdîtina bi Ocalan re banga agirbesta dualî kir. Di nava wan de endamê Meclisa Federal Anderej Hunko û Ulla Jelpke jî hebû, diyar kirin ku di pêvajoya çareseriyê de divê baweriya beramber hebe.
Komeke ji parlamenter, parêzvanên mafê mirovan û siyasetmedaran pêk dihat daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ew piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê. Siyasetmedaran da zanîn ku çareserî bi diyalogê pêkane û ji bo pêşeveçûna pêvajoyê bang li Yekitiya Ewropa û Almanyayê hat kirin.
Parlamenteran diyar kir ku ji bo pêvajoya diyalog û aştiyê bi hêztir bibe divê li hikûmeta Tirk zext bên kirin û diyar kirin ku şîdet ancax bi pêvajoya diyalogê bi dawî be. Meta ku ji aliyê Andej Hunko û Ulla Jelpke, endamê meclisa Nurber Marîon Padua, serokê Konseya Aştiyê ya Federal Dr Peter Strutynskî, nûnerê Partiya Çep ya Jêr a Saksonya Yilmaz Kara, sosylog Martîn Dolzer û parlamenterê eyaleta berê yê NRW Hamîde Akbayir ve hatibû îmzekirin wiha berdewam kir: “
Ji bo aliyan ewlehî gelek girÎnge. Ji bo vê jî divê her du alî agirbestê îlan bikin. divê alî dîlgirtiyan serbest berdin. Di nava 10 rojên dawî de li hemberi kampên PKK’ê êrîş pêk hatin.hewldanên wisa pêvajoyê têk dibin.
Her wiha divê pêvajoyê li Parîsê 3 jinên kurd hatin qetilkirin û li Behra reş HDK’ê hewl hat dayîn bên lînçkirin. Di vê mijarê de divê Alman û YE bi ser Tirkiyeyê de biçin û berê wan bidin pêvajoya çareseriyê.”