Wekîlê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Denîs de la Reûssîlle, tecrîda girankirî û fikarên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya pêşnûmeyekê xist rojeva Konseya Federal a Swîsreyê.
'DI NAVA ŞERT Û MERCÊN GIRAN DE TÊ GIRTIN'
Parlamenter Denîs de la Reûssîlle di pêşnûmeyê de bi bîr xist ku Ocalan ji sala 1999'an û vir ve di nava şert û mercên giran de tê girtin û got, "Ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve destûr nayê dayin ku Ocalan bi kesekî re hevdîtinê bike."
Parlamenter de la Reûssîlle destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwesteke aştiyane nîşan dide û ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest, der barê şert û mercên Ocalan lê tê girtin bi hikumeta Tirk re têkiliyê deyne.
'BILA XAÇA SOR SERDANA OCALAN BIKE'
Parlamenter de la Reûssîlle di dewama pêşnûmeya xwe de bal kişand ser tirs û fikarên li ser tenduristiya Ocalan û got, "Li ser rewşa tenduristiya Ocalan hin nûçe hatin weşandin. Weke welatê ku rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî damezrandiye û jê berpirsyar e, divê Konseya Federal a Swîsreyê li ser rewşa tenduristiya Ocalan bi rayedarên Tirk re têkiliyê de yne. Ji bo heyetek ji rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî serdana Ocalan bike, em ji Konseya Federal dixwazin ku zextê li rayedarên Tirk bike."