Parlamenterê PE'yê Dance ji Ocalan re azadî xwest
Endamê Parlamentoya Ewropayê Seb Dance destek da kampanyaya ku sendîkayên Brîtanî ji bo azadiya Ocalan dane destpêkirin. Dance xwest ku Ocalan di cih de were berdan.
Endamê Parlamentoya Ewropayê Seb Dance destek da kampanyaya ku sendîkayên Brîtanî ji bo azadiya Ocalan dane destpêkirin. Dance xwest ku Ocalan di cih de were berdan.
Hevseroka KNK'ê Nîlûfer koçe û Alî Gul Ozbek li Brûkselê bi endamê Parlamentoya Ewropayê (PE) Seb Dance re rûniştin.
Di rûniştinê de geşedanên siyasî yên bi navenda Tirkiyê, Îran û Iraqê hatin gotûbêjkirin, bi taybetî li ser zextên dewleta Tirk rawestiyan.
Dance got nayê qebûlkirin ku welatên endamên PE'yê û Komîsyona Ewropayê di serî de yên Tirkiyê li bara nehiqûqî û binpêkirinên mafê mirovan bêdeng bimînin. Dance diyar kir, ji bo Kurdan çi ji dest wan were wê bikin.
Hevseroka KNKk'ê Koç jî got têkoşîna azadiyê ya ku Kurd pêşengiya wê dikin ji bo aştî, demokrasî û aramiya Rojhilata Navîn tekane vebijêrk e, ji Danceyê destek xwest ku li PE'yê xebatan bi vî rengî bike.
Parlamenterê Partiya Karker Dance piştî hevdîtinê daxuyanî, da û xwest ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan û dewleta Tirk bi PKK'ê re li ser maseya danûstaninan rûne.
Ji bo azadiya Ocalan bi taybetî li Qraliyeta Yekbûyî kampanyayeke berfireh li dar e. Kampanya beriya bi 2 salan li Parlamentoya Brîranyayê ji hêla wan sendîkayan ve hatibû ragihandin û bi milyonan endamên wê hene. îlonê, endamên meclîsên şaredariya xwecih û endamên Meclîsa Şaredariya Mezin a Londonê kampanyaya Justîce For Kurdistan (Ji bo Kurdistanê dadmendî) ragihandibûn.