Parlamenterê HDP’ê Togrûl, li Kanadayê bi partiyên siyasî re civiya

Parlamenterê HDP’ê Togrûl, li Kanadayê bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî.

Parlamenterê HDP’ê Togrûl, li Kanadayê bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî.

Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, li Kanadayê beşdarî aktivîteya ji aliyê "Anatolîa Cûltûral Fundatîon” a bi armanca piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê bû.

Togrûl, bi 3 partiyên federal û 2 partiyên Eyaletan re civiya. Togrûl bi Parlamenterê Partiya Bloc Qûebecoîs Marîo Beaûlîeû, Serokê Partiya Qûebec Solîdaîre Amîr Khadîr, Parlamentera Partiya Qûebecoîs Carole Poîrîer û ji partiya Serokwezîr Justîn Rrûdea yê Partiya Lîberal bi parlamenter Eva Nassîf re hevdîtin pêk anîn. Togrûl, herî dawî bi Parlamentera Partiya Muxalîf a Federal Helen Laverdîere re civiya.

Di hevdîtina de Togrûl mijarên têkildarî êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê yên li hember Bakurê Kurdistanê û êrîşên DAIŞ’ê kirin rojev.

Parlamenterê HDP’ê Mahmût Torgûl, têkildarî rakirina destlênedayinê HDP’ê jî bertekên tund nîşan da.

...