Parlamentera Swêdî: Piştgiriyê didim Leyla Guven

Parlamentera Ewropayê ya Swêdî Malîn Bjork diyar kir, divê tecrîd bi dawî bibe û got, "Piştgiriyê didim Leyla Guven."

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê ya li Parlamenta Ewropayê Malîn Bjork diyar kir, Parlamentera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye daxwaza mafdar dixwaze û got, ew piştgiriyê dide Leyla Guven.

Bjork bi dîmenekî peyam weşand û got, "Leyla Guven ji bo edalet, demokrasî, azadî û mafên mirovan greva birçîbûnê didomîne. Ev yek di heman demê de ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan tê kirin ku ji bo destpêkirina hevdîtinên aştiyê tiştekî mecbûrî ye."

Bjork dawiya sala bihurî jî bi tundî nerazîbûn nîşanî zextên li ser Kurdan û girtina mûxalîfan dabû. Bjork xwestibû, peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser pêşîgirtina li penaberan bê betalkirin. Bjork bi bîr xistibû, ew ji destpêkê ve li dijî peymanê bû û gotibû, "Cihê şermê ye ku welatekî ji aliyê lîderekî otorîter ve tê birêvebirin û zextê li Kurdan dike, mûxalîfan digire, weke nobedarê sînorê Yekîtiya Ewropayê bê dîtin. Ev yek bi temamî nayê qebûlkirn."