Parlamentera SP Margret: Ez ê li cem têkoşîna Kurdan bim
Parlamentera Partiya Sosyalîst (SP) Kîener Nellen Margret nerazîbûn nîşanî şerê li Kurdistanê da û bang li hikûmeta Swîsreyê kir, ku ji bo pêkhatina aştiyê roleke aktîf bilîze.
Parlamentera Partiya Sosyalîst (SP) Kîener Nellen Margret nerazîbûn nîşanî şerê li Kurdistanê da û bang li hikûmeta Swîsreyê kir, ku ji bo pêkhatina aştiyê roleke aktîf bilîze.
Parlamentera Partiya Sosyalîst (SP) Kîener Nellen Margret nerazîbûn nîşanî şerê li Kurdistanê da û bang li hikûmeta Swîsreyê kir, ku ji bo pêkhatina aştiyê roleke aktîf bilîze.
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Parlamenteriya Federal a Swîsreyê ku di 18'ê Cotmehê de tê lidarxistin, Parlamentera Meclîsa Federal a Partiya Sosyalîst û namzeta dema nû Parêzer Kîener Nellen Margret, tevlî kombûneke Kurdistaniyan bû. Di civîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Bernê de Margret bi danasîna xwe re dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ew ê weke çavdêr li Kurdistanê be.
Margret ku di heman demê de yek ji endamên Rêxistina Ewlekariyê ya Ewropayê ye, da xuyakirin ku Partiya Sosyalîst xebatên HDP'ê ji nêz ve dişopîne û destnîşan kir ku ew ê her tim destekê bidin HDP'ê ya ku ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe.
Margret da zanîn ku ji ber nasnameya xwe ya parêzvaniya saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, ew operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî siyasetmedarên Kurd ji nêz ve dişopîne û ragihand, ku ew ê her tim destekê bide têkoşîna demokratîk a gelê Kurd. Margret herî dawî diyar kir ku di hilbijartinên 18'ê Cotmehê de ew li benda desteka Kurdistaniyên li Bernê dijîn e.
Piştî Margret li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê Omer Reşîtoglû mafê axaftinê wergirt û da zanîn ku weke Kurdistaniyên li herêmê dijîn ew ê di hilbijartinên 18'ê Cotmehê de destekê bidin namzetê nêzî xwe û bendewaeriyên xwe ji Partiya Sosyalîst, bilêv kir.
Reşîtoglû bendewariyên Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn ên ji Partiya Sosyalîst bi vî rengî anî ziman:
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roleke aktîf bilîze.
Ji bo hikûmeta Swîsreyê di ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê de rola navbeynkariyê bilîze, bixebite.
Ji bo statuya Rojava li qada navneteweyî were naskirin, dikeve nava hewldanan.
Ji bo ji nû ve avakirina Rojava, alîkariyên ekonomîk werin dayîn û ev alîkarî yekser ji Rojava re bên şandin.
Ji bo parlamenterên HDP'ê bi Serokwezîr an jî Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê re li ser hevdîtinên li Swîsre û Tirkiyeyê hevdîtinan bikin, rolê bilîze.
Hevdîtinên rayedarên Partiya Sosyalîst ên ji bo piştgirîdayîna gelê Kurd, bi tenê bi pêvajoyên hilbijartinê re bisînor nemînin û her tim bidomin.