Parlamentera jin a Kibrisê sonda ‘zîhniyeta mêr’ red kir

Parlamentera jin a Kibrisê sonda ‘zîhniyeta mêr’ red kir

Parlamentera Lefkoşeyê ya CTP-BG Doguş Derya ku li Kisbirê ji bo sond bixwe derket ser dîkê, diyar kir sond bi zîhniyeta mêr hatiye amadekirin û sondek din xwar.

Doguş Derya, sonda heyî ya parlamenteriyê ‘serdestiya mêr’ hesiband û sonda ku bixwe amade kiribû xwend.

Di dema sond xwarina Deryayê de çepikên piştgiriyê û yên protestoyê bilind bûn.  Televîzyona dewletê ya BRT ya ku merasîm zindî dikir, weşan birî. Piştre navber na runiştinê.