Parlamentera HDP’ê Yildirim nehat berdan
Parlamentera Mêrdinê ya HDP’yî Gulser Yildirim ji dosyaya ku girtî di rûniştina 3’emin a dozê de jî nehat berdan.
Parlamentera Mêrdinê ya HDP’yî Gulser Yildirim ji dosyaya ku girtî di rûniştina 3’emin a dozê de jî nehat berdan.
Di derbarê Parlamentera Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulser Yildirim bi îdîaya ‘rêveberiya rêxistinê’ doz hatibû vekirin û rûniştina 3’emin ya dozê li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat. Yildirim beşdarî dozê nebû û Parlamentera Amedê ya HDP’ê Feleknas Ûca, Parlamenterê Êlihê yê HDP’ê Mehmet Alî Aslan û rêveberên HDP û DBP’ê doz şapandin.
Di rûniştina dozê de Parêzer Azad Yildirim axivî û got ku nizanin muwekîlê wan ji kîjan sûcan tê darizandin û di rewşa diyar a sûcan de daxwaza parastinê kir. Parêzer Yildirim diyar kir ku darizandin siyasî ye. Piştre Parêzer Erdal Kûzû parastin kir û bibîr xist ku Yildirim muwekîla wî ye û daxwaza rawestandina darizandinê û li gorî pîvanan biryar bê girtin. Erdal Kûzû daxwaza berdana Yildirim kir.
Heyeta dadgehê daxwaza berdanê red kir û doz taloqî 27’ê Kanûnê kir.