Parîs û Enqere wê 'plana çalakiya hevpar' mor bikin!
Parîs û Enqere wê 'plana çalakiya hevpar' mor bikin!
Parîs û Enqere wê 'plana çalakiya hevpar' mor bikin!
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laurent Fabius û Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû îro li Parîsê tên cem hev. Beriya hevdîtinê bi dehan Kurd, li ber Wezareta Karên Derve dest bi çalakiya protestoyî kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laurent Fabius, hempîşeyê xwe yê Tirk îro li Parîsê qebûl dike. Di daxuyaniya li malpera înternetê ya Wezareta Karên Derve de hat gotin, "Ya tê lidarxistin, civîna destpêkê ya di çarçoveya hevkariya me ya stratejîk a nû de ye, ku di meha Çileyê de di dema serdana Serokkomar (Fraçois Hollande) ya li Tirkiyeyê de hatibû qebûlkirin."
Hat ragihandin ku her du wezîr, di serî de rewşa Iraq û Sûriyeyê wê pirsgirêkên herêmî binirxînin û hat gotin ku ev hevdîtin wê her wiha 'dewamiya hevkariya di her qadê de' pêk bîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her du wezîr, wê planeke çalakiya hevpar a nexşeya rê ya dema 2014-2016'an mor bike."
Hêjayî gotinê ye di 8'ê Cotmehê de Serokkomar François Hollande di axaftina xwe ya bi Serokkomarê Tirk a bi rêya telefonê de diyar kiribû ku ew destekê dide nêrîna herêma tampon û ev hevdîtin jî heman piştî vê yekê tê lidarxistin.
Di vê navberê de zêdeyî 50 kes li ber avahiya Wezareta Karên Derve ya Fransayê hatin cem hev û dest bi çalakiya protestoyî kirin. Girseya gel rastî êrîşa polîsan hat. Li herêmê alozî dewam dike.