Parêzvanên mafên mirovan ên Elman li Rojava ne

Parêzvanên mafên mirovan ên Elman li Rojava ne

Heyetek ji hiqûqnas, zanyar û parêzvanên mafên mirovan ên Elman, çû Başûrê Kurdistanê. Heyeta ku tê payîn 10 rojan li Rojava bimîne, wê bi taybetî li ser êrîş û komkujiyên DAIŞ'ê lêkolînan bike.

Heyetek mafên mirovan ji Elmanyayê, ji bo rewşa li Başûrê Kurdistanê lêkolîn bike, çû herêmê. Heyeta ji akademîsyen û hiqûqnasan, tê payîn ku heta 24'ê Îlonê li Rojava bimîne.

Heyet ji van navan pêk tê: Prof. Dr. Norman Paech, Nûnera IPPNW Dr. Gisela Pentecker, parêzer Britta Eder, sosyolog Martin Dolzer û Endamê Desteya Rêveberiya FKÊ'ê Yilmaz Kaba.

Heyet wê li Başûrê Kurdistanê jî lêkolînan bike û li Rojava jî bi penaberên ji êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê reviyan re, hevdîtinê bike.

Li dû êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Başûr û Rojavayê Kurdistanê, heyet wê hewl bide tabloya dawî ya li herêmê derxîne û wê bi aktorên siyasî yên herêmî re jî hevdîtinan lidar bixe.