Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), li ser binçavkirina endamên xwe yên li Îzmîrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 16 endamên OHD û ÇHD'ê hatine binçavkirin û hat gotin, "Zext wê nikaribe pêşî li têkoşîna me bigire. Yên ku dixwazin bi operasyonên binçavkirinê çavê endam û dostên me bitirsînin, divê zanibin ku têkoşîna me ya li dijî binpêkirina mafan û bêhiqûqiyê wê dewam bike. Hiqûqnasên Azadîxwaz heta niha bêteredût têkoşiya, wê ji niha û pê ve jî bi heman rengî têbikoşin. Zext, binçavkirin, girtin wê nikaribin pêşî li têkoşîna me ya hiqûqê ya azadîxwaziyê bigirin."
OHD'ê xwest parêzerên hatine binçavkirin derhal werin berdan.