Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina heftane bi muwekîlê xwe re pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Ebdulmecîd Yildirim û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtin asayî ya heftiyane li gel muwekîlê xwe Ocalan pêk bînin îro serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger serlêdana parêzeran bê pejirandin dê sibe biçin Girava Îmralî û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ango du sal zêdetire bi hincetê weke “Keştî xirabe ye”, “muxalefeta hewayê”, “keştî di tehmîrê deye” û “keştî ji tehmîrê hat lê ewraq kêmin” yan jî “tehtîla fermî ye” têne astengkirin.