Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo bi muwekîlê xwe re rûnên, li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdan kirin. Eger ji Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê bersiveke erênî bê dayîn, hingî parêzerên Ocalan wê sibê biçin girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Hêjayî gotinê ye, serlêdana parêzeran a roja Sêşemê, bi hinceta "Keştî xerabe ye" hatibû redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve bi hincetên cûrbecûr nikarin biçin Îmraliyê û muwekîlê xwe bibînin.