Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengiz Yurekli ve Mazlûm Dinç ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger bersivek erenî ji Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê û dozgeriya Bûrsayê bê dê parêzer sibê biçin Îmraliyê. Serlêdana roja Sêşeme bi hinceta ku “keştî xirabeye” hatibû asteng kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha 166 care ango 596 roje nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên ji cidiyetê dûr û pûç yên weke "Keştî xirab bûyî ye", "Rewşa hewayê", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Belge kêmin" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.