Parêzerên Ocalan raporek ji CPT re şandin

Parêzerên Ocalan raporek li ser tecrîdê amade kirin û ji CPT re şandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku ev 417 roj in agahî ji Îmraliyê nayê girtin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, dosyaya li ser tecrîdê amade kir ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkence, Kiryar an jî Cezakirina Rûmetşikandinê û Derveyî Mirovahiyê ya Ewropayê (CPT) re şand.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li ser serlêdanên ji 12'ê Tîrmehê heta 1'ê Mijdarê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hatin kirin û bersivên 'redkirina serlêdanan', raporek amade kir. Parêzeran rapor pêşkêşî CPT kirin û destnîşan kirin ku li Îmraliyê mafên bingehîn ên hiqûqê tên binpêkirin.

'ÊŞKENCE MAYINDE BÛYE'

Di raporê de hat bibîrxistin, ku sedema agahînegirtina 14 mehan a ji Îmraliyê, biryara 1. Dadgeriya Înfaza Ceza ya Bûrsayê ye. Di raporê de hat destnîşankirin ku bandora ruhî û fîzîkî ya kiryarên li derveyî hiqûqê gihîştiye asteke ku nabe mirov ji nedîtî ve bên û hat gotin, "Emrê muwekîl û rewşa xwe ya tenduristiyê, bandora van kiryaran giran dikin û dike ku mirov nikaribin xwe lê rabigirin. Li gorî emr û rewşa tenduristiyê ya muwekîlan, diviyabû sîstemeke li gorî van şert û mercên taybet bihata destnîşankirin. Lê belê berevajî vê yekê bi mercên li derveyî hiqûqê, êşkenceya rêk û pêk mayinde bûye."

'CIHEKÎ EWLE DIVÊ'

Di raporê de hat ragihandin ku li ser jiyana Ocalan gelek agahiyên neyînî hatine weşandin û hat gotin, "Malbata ku di vî warî de kete nava tirs û fikaran û parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin, lê belê mîna serlêdanên din hatin redkirin. Em di wê baweriyê de ne ku ev nûçeyên hatine belavkirin, ji bûyerên rojane yên li Rojhilata Navîn diqewimin cuda nîne. Ji ber vê yekê, divê Birêz Ocalan berevajî rewşa heta niha, li cihekî hê bi ewle were hiştin."

'NÊZÎKATIYA LI BIRÊZ OCALAN BINGEHA MIJARÊ YE'

Di dewama raporê de hat destnîşankirin ku bi salane pêşniyarên CPT tên binpêkirin û hat gotin, "Ligel vê rewşê, pratîka ku tê nîşandan, zehmet e ku mirov karibe jê re bêjin 'pratîkeke bi bandor a li dijî êşkenceyê ye'. Komîteya we di serdana Tirkiyeyê ya sala 2017'an de xwest di mijara mafên mirovan û demokrasiyê de 'portreya Tirkiyeyê' derxîne. Lê nehat fêhmkirin bê çima Girtîgeha Îmraliyê li derveyî serdana komîteya we hate hiştin. Bêyî ku Girtîgeha Îmraliyê û nêzîkatiya li Birêz Ocalan weke xala bingehîn a mijarê neyê dîtin, nepêkane ku portreya Tirkiyeyê ya li ser mafên mirovan û qedexeya êşkenceyê bê derxistin."

Parêzeran diyar kirin ku muwekîlên li derveyî Ocalan li Îmraliyê tên girtin, ji roja hatine sewqkirin û vir ve nekarîne bi malbat û parêzerên xwe re rûnên. Di raporê de, biryara 1. Dadgeha Înfaza Ceza ya Bûrsayê ya li ser qutkirina têkiliyên Ocalan bi cîhana derve re hate bibîrxistin û hat gotin, serlêdana di vî warî de li Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin, bê encam ma.

'DOSYA TENDURISTIYÊ NEHATE DAYIN'

Di dewama raporê de hat ragihandin ku wan dosya tenduristiyê ya Ocalan ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê xwestin, ku zanibin piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê Ocalan karîbûye ji derfetên tenduristiyê sûdê werbigirin yan na û hat gotin, "Lê belê, tevî ku ji sala 1999'an û vir ve tê xwestin li nexweşxaneyeke serbixwe bê dermankirin jî, ev daxwaz bi cih nehatiye anîn. Tevî vê yekê, dosya tenduristiyê ya Ocalan bi hinceta 'nepenîtiya jiyana taybet' ji parêzeran re nehatiye dayin."

Hat destnîşankirin ku 12'ê Nîsana 2017'an û 16'ê Cotmeha 2017'an daxwaza hevdîtinê li Wezareta Edaletê hate kirin, lê ev serlêdan bê bersiv ma.

JI CPT HATE XWESTIN KU BIKEVE NAVA HEMÛ HEWLDANAN

Di raporê de wiha hat gotin: "Li Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê, ku pîvanên bingehîn ên hiqûqê tên binpêkirin, ewlehiya girtiyan nîne. Bûyerên ku di dema dawî de qewimîn mînaka vê yekê ye. Malbat û em parêzer hê bêhtir ketine nava fikaran. Ti pîvan an jî peyman, şert û mercên bi vî rengî li ser muwekîlên me ferz nakin. Ne pêkan e ku rejîmeke kêfî ji aliyê komîteya we ya rêzdar ve bê qebûlkirin. Mirov li dijî êşkenceyê ji aliyê gelek mekanîzmayên berfireh ve tên parastin. Tê zanîn ku hin şert û merc dikevin çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê. Pêwîste pêkanînê bi vî rengî yên bandoreke tirsnak dikin, ji holê bên rakirin. Ev 417 roj in yekser an jî neyekser bi ti awayî em agahiyê ji Girava Îmraliyê nikarin bigirin. Li ser şert û mercên heyî yên muwekîlên me, ti agahî li ber destê me nîne. Li dijî rûdana encamên ku telafiya wan nepêkane, em ji komîteya we dixwazin ku bikeve nava hemû hewldanan."