Parêzerên Ocalan li dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da xuyakirin, ku 580 serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê hatine redkirin û got, "Li dijî van pêkanînên antî demokratîk, em banga xurtkirina têkoşîna hiqûqê ya demokratîk dikin."

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, Ocalan ev 18 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên li derveyî hiqûqê de tê hiştin û hat gotin, "Ev pêvajoya ji komploya navneteweyî destp ê kir û heta bêhiqûqiya li Îmraliyê dewam dike, bersiva herî tarî ya sedsala 21'an a li serpêhatiya aştiyê ya Birêz Ocalan e. Em komploya navneteweyî, ku dikeve sala 19'an, îro careke din şermezar kirin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Rejîma Girtîgeha Girava Îmraliyê, ku bingeha wê bi radestkirina Birêz Ocalan bi rengekî ne hiqûqî hat danîn, di nava 18 salan de weke rejîmeke ku mafê destûra bingehîn û qanûnî lê hatiey betalkirin, dewam kiriye. Hê Birêz Ocalan li Kenyayê bû, girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê hatin derxistin û girtîgeh ji statuya 'Girtîgeha Nîv Vekirî' kirin 'Girtîgeha Girtî ya Şexsekî'. Piştre jî yekser weke 'Herêma Qedexe ya Leşkerî' hat ragihandin.

Ji darizandina li Îmraliyê heta astengkirina hevdîtina parêzeran a salên destpêkê ya 'hefteyê dur ojan çar saetan', di serî mafê hevdîtinê û axaftina bi telefonê, mafê hevdîtina bi şexsê sêyemîn ê li derveyî malbatê û mafê peydakirina agahiyan hemû mafên qanûnî di pratîkê de ji holê hatin rakirin. Rejîma Girtîgeha Girava Îmraliyê weke rejîma înfazê ya taybet a şexsekî heta roja îro didome.

'580 SERLÊDANÊN ME HATIN REDKIRIN'

Di nava salan de, tenê bi rengekî kêfî destûra hevdîtina parêzeran û malbatê hat dayîn. Îro ev maf bi temamî hatiye betalkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve hevdîtina parêzeran bi temamî hatiye astengkirin. Di nava vê demê de me 580 caran serlêdan kirin, lê hemû hatin redkirin. Hevdîtina malbatê jî, bi îstîsnayî li gorî konjontura polîtîk hat kirin, ew jî du salan carekê hat kirin. Tenê di nava sala 2016'an de 80 caran malbatê ji bo hevdîtinê serlê dan kir, lê tenê carekê li gorî rewşa polîtîk destûra hevdîtinê hat dayîn. Di rewşa heyî de, ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve bi ti awayî agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Vê yekê jî dispêrin pêvajoya Rewşa Awarte û biryara 1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, ku hemû 'hevdîtina bi Îmraliyê re hatiye qedexekirin'."

Buroyê da xuyakirin, ku pêkanînên li Îmraliyê niha li hemû girtîgehên din tên dîtin û diyar kir, qirkirina hiqûqê ji Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê derbasî girtîgehên din jî bûne.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir, binpêkirina mafên mirovan li hemû girtîgehan bi taybetî li Girtîgeha Îmraliyê, di asteke tirsnak de ye û bi wesîleya salvegera 18. a vê bêhiqûqiyê de bang li hikûmetê kir, ku dest ji van pêkanînên xwe berde. Her wiha bang li hemû hiqûqnasên demokrat jî hat kirin, ku li dijî van pêkanînên antî demokratîk, têkoşîna hiqûqê ya demokratîk bilind bikin."