Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta "nexşeya rê" ya Abdullah Ocalan a sala 2009'an weke parêzname pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû weke hincet nîşan da û di 23'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.