Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Ocalan, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç,, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de, di 22’ê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê heziranê de bi giştî 4 caran bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.

Parêzerên Ocalan piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, bû 10 car serlêdan dikin, lê bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên wan nayê dayîn.