Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Rezan Sarica, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de, di 22’ê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê heziranê de bi giştî 4 caran bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.

Parêzerên Ocalan piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, bû 10 car serlêdan dikin, lê bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên wan nayê dayîn.