Parezerên Demîrtaş xwe ji rûniştina dozê vekişandin
Parêzerên Hevserokê Gişti yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji ber Demîrtaş kelepçe red kir û rayedaran ew nanîn dadgehê, xwe ji rûniştina dozê vekişandin.
Parêzerên Hevserokê Gişti yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji ber Demîrtaş kelepçe red kir û rayedaran ew nanîn dadgehê, xwe ji rûniştina dozê vekişandin.
Çav li rê bû ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş îro yekemcar tevlî rûniştina dozê bûya. Rûniştina dozê ya wê li li 35. Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê bihata kirin. Hêzên dewleta Tirk xwestin destên Demîrtaş bi kelepçeyê girê bidin û bi vî rengî bînin dadgehê. Demîrtaş ev yek qebûl nekir û ew nanîn salona dadgehê. Parêzerên Demîrtaş jî ji ber hewldana kelepçekirina Demîrtaş û nanîna Demîrtaş a dadgehê xwe ji tevlêbûna rûniştina dozê vekişandin.