Parêzerên Amedê: Pêşketin di dosyaya Elçî de nîne

Parêzerên Baroya Amedê, lêgerîna edaletê ya Tahîr Elçî dewam dikin. Parêzeran bal kişand ser pêşveneçûna daraza Tirk a li ser dosyaya qetilkirina Elçî.

Baroya Amedê, ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê di 28'ê mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çarling a Sûrê hat kuştin, bê dîtin û darizandin, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Baro di hefteya 142'an de kom bûn û dîsa ji bo Elçî edalet xwestin.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û parêzerên baroyê amade bûn. Parêzeran di çalakiyê de dîsa pankarta “Em te jibîr nakin" vekirin û daxuyanî dan.

‘TI PÊŞKETIN TINE YE’

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku Tahir Elçî hem di serdema Serokê Baroyê de û hem jî di demên din de her dem aştî xwest û her dem ji bo aştiyê têkoşiya. Ozmen xwest hikûmeta AKP'ê di derbarê lêpirsîna dozê û dîtina kujeran de gavan bavêje û wiha g ot: "Mixabin heta niha di derbarê dosyaya Tahir Elçî de gavek ber biçav nehatiye avêtin. Ji ber ku di derbarê dosyayê de ti pêşketin tine ye. Divê desthilatdariya siyasî ji bo ronîkirina cînayet gavên ber biçav bavêje."

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.