Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdanek nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdanek nû kirin.
Serlêdana hevdîtinê ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ve hat kirin.
Parêzeran ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzer dixwazin ku hefteyê du caran bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê pêk bînin. Lê belê, serîlêdanên ji bo hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv têne hiştin. Di hin rewşan de, bi mehan şûnde wekî hincetkirina cezayê dîsîplînê yê Abdullah Ocalan pêşkêşî parêzeran tê kirin.
Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû. Lê Mehmet Ocalan ragihand ku ev hevdîtin di nîvî de hatiye qutkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê demê û vir ve parêzer nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.