Parêzera malbata Şenyaşar: Divê her kes li dozê xwedî derkeve

Li ser dosyaya Hacî Esver Şenyaşar û zarokên wî ku ji hêla zêrevanên Parlamenterê AKP’ê Ibrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, biryara veşartinê didome.

Li ser lêpirsîna kuştina Hacî Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adil û Celal ku ji hêla ximz û zêrevanên parlamentere AKP’ê Ibrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatin kuştin, biryara veşartinê didome.

Parêzera malbata Şenyaşar Sevda Çelîk Ozbîngol got li ser pêvajoya darazê ya bûyera 14’ê Heziranê ku di encamê de 4 kes hatibûn kuştin ti pêşketin çênebûye.

Ozbîngol got ji bo ku li ser dosyayê biryara veşartinê nehatiye standin fikarên wan zêdetir bûne.

 ‘CIHÊ PEYWIRÊ YÊ DOZGER GUHERÎ, DOSYA JI NÛ VE..’

Ozbîngol got bi guherîna cihê peywirê yê dozger re, ji nû ve li dosyayê dinerin û ev rewş jî wê rê li ber pirsgirêkên mezin veke. Ozbîngol got wan daxwaz li baroyan, li Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TTB), saziyên mafên mirovan kirin ku da ku bi rengekî bêalî dosyayê bişopînin û domand, ‘’Hem ji bo me û hem ji bo malbatê pir girîng e ku ji hêla wijdanê civakî ve lêpirsîneke çalak li ser were kirin û rastî derkevin holê. Me gelek dîmenên ku bûyerê zelal bikin da dozger. Armanc û hewldana me ji bo pêkhatine dadê ye. Hewldanên me yên bi vê çarçoweyê didomin.’

 ‘DIVÊ KES QEBÛL NEKE, DIVÊ RAYA GIŞTÎ LÊ BALDAR BE’

Ozbîngol got ji bo mexdûriyeta piştî êrîşê ya malbatê ji holê rabe divê gel bihîstyar be û domand, ‘’Êrîşa bi sedema siyasî pêk hatî, bi rengekî dermirovî pêk hatî û hêza cameweriyê di dest de girtî, ji hêla ti mirovî, dayik, saziyên rêxistina civakî ve, ji hêla ti welatî û parêzerê mafê mirovan ve nayê qebûlkirin. Em bang li parêzerên mafê mirovan ên netewî û navnetewî dikin li ser vê dosyayê hesas bin û bi taybetî bi wesfê çavdêrê bêalî dadmendî pêk were, her kes barê ku dikeve ser bi cih bîne.’’

 ‘DIVÊ SAZIYÊN HIQÛQÊ YÊN BÊALÎ BIBIN ÇAVDÊR’

Ozbîngol got dosyayên wiha tenê aliyên bûyerê têkildar nakin, girîng e ku raya giştî jî rast were ronîkirin û ji bo vê jî divê saziyên hiqûqê yên bêalî divê di hemû qonaxên dosyayê de bibin çavdêr. Ozbîngol got: ‘’Divê baro pêvajoyên wiha bişopînin û pêvajoya berdest zanibin. Divê biryara veşartinê ya li ser van dosyayan bi beşekî rabe û divê em bikaribin xwe bigihînin van dosyayan. Divê Wezareta Dadê, Yekîtiya Baroyan, rêxistinên mafê mirovan û parêzerên mafê mirovan van dosyayan bişopînin. Bi taybetî divê qêrîna dayikan were bihîstin û her kes bi vê wateyê xwedî li doza Pirsûsê derkeve.’’