Parêzer Karabûlût: Sedem qetlîamê polîtîkaya bêcezatiyê ye
Parêzerê malbata Kurd a li Konyayê hate qetilkirin Abdurrahman Karabûlût, diyar kir ku sedemê qetlîamê polîtîkaya bêcezatiyê ye.
Parêzerê malbata Kurd a li Konyayê hate qetilkirin Abdurrahman Karabûlût, diyar kir ku sedemê qetlîamê polîtîkaya bêcezatiyê ye.
Li Taxa Hasankoy a navçeya Meram a Konyayê li hemberî malbata kurd Dedeogûllari êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Yaşar, Bariş, Serpîl, Serap, Îpek, Metîn û Sîbel Dedeoglû hatin kuştin. Êrîşkaran piştî êrîşê, xaniyê malbatê dan ber agir û ji cihê bûyerê reviyan.
Parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût, têkildarî êrîşê ji Arti TV'yê re got:
"Ewilî di 12'ê Gulanê de komeke 50-60 kes êrîş biribû ser malbatê. 7 kes hatibûn girtin. Lê her carê kesek an du kes dihatin berdan. Me hewl da hin kesên din bên girtin, lê me dît hemû hatin berdan."
Karabûlût, bilêv kir ku êrîş, êrîşeke nîjadperest e û got: "Cesaret ji bêcezatiyê girtin. Malbat 3 saet berê li cem min bû. Min derbarê lêpirsînê de ew serwext kiribûn. Dibêjin kesên nenas, lê ev êrîş girêdayî êrîşa berê ye."