Parêzerê Guven: Hiqûq hate binpêkirin, em ê îtiraz bikin!

Parêzerê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a wekîliya wê hate betalkirin Serdar Çelebî anî ziman ku pêvajoyeke ku hiqûq hate binpêkirin tê birêvebirin, wê îtiraz bikin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a wekîliya wê hate betalkirin, di çarçoveya ‘Doza KCK’ê’ de ji ber 2 meh cezayê ji 6 sal û 3 mehan mayî, duh bi şev hate girtin. Parêzerê Guven Serdar Çelebî ji ANF’ê re axivî.

Prz. Serdar Çelebî anî ziman ku wekîltiya Guven ji ber ‘Dosyaya Bingehîn a KCK’ê’ ku weke tê zanîn û ji ber vê yekê hê jî gelek siyasetmedar li girtîgehê ne hatiye betalkirin. Parêzer Çelekbî diyar kir ku dosyaya mijara gotinê ye dozger û dadgerên Fethûlacî amadekirine û got: “Piştî bi salan bi beyanameya ku ji aliyê Serokkomariyê ve hate belavkirin derket holê ku ev dosya ji aliyê dozgerên FETO’yê ve hatine amadkirin. Di vê beyanameyê de derketibû holê dosyayên Ergenekon, Balyoz û KCK’ê di encama planên cemaetê avakirî ve hatiye amadekirin.”

‘PÊVAJOYEKE DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E TÊ BIRÊVEBIRIN’

Parêzer Çelebî anî ziman ku dosyaya ku Guven jê ceza xwariye li dijî destûra bingehîne û got: “Li gorî destûra bingehîn dema ku parlementer be nayê darezandin. Lê tevî vê ku doz nehate rawestandin û dewam kir. Dibe ev li Meclîsê nehatiba xwendin û bihata taloqkirin.Bê ku agahiyek bidin wan, bi rojevekê hatin komkirin û ji bo daxistina parlementeriya wan fezleke hate xwendin.”

Çelebî diyar kir ku Guven ji vê dosyayê nêzî 4 sal û 5 meh hatiye girtin. Niha cezayê ku îtiraz bikin mehek û nîv e.

Herî dawî Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku ji bo ji derve cezayê xwe bidomîne wê îtirazên xwe bikin û got: “Muwekîla me bi nasnameyekî muxalîf û siyasetmedarekî tim tê darezandine. Ji ber wê yekê ji sîstema azadiyê ya kontrolkirî bê darezandin wê îtiraz û daxwazên me pêk bên. Her wiha ji ber ku biryara Meclîsê li dijî jî destûra bingehîne, wê ji bo destûra bingehîn jî îtiraz bikin.