Parêzeran xwest Kitay serbest were berdan
Parêzeran xwest Kitay serbest were berdan
Parêzeran xwest Kitay serbest were berdan
Îro li bajarê Almanyayê Hamburgê darizandina siyasetmedarê Kurd Ali Îhsan Kitay ku nêzî salek û niv girtiye, dewam kir. Darbarê Kitayê 47 salî de li gorî zagona Alman a xala 129b, tê îdiakirin ku ew endamê rêxistinekî terorîst e. Di rûniştina heftêya borî de serdozgerê federal ê Alman ji bo Kitay 3 sal û niv cezayê hepsê xwestibû.
Di doza îro de de jî parêzêr Kitay Carsten Gericke û Cornelia Ganten-Lange, balkişand ser rewşa Kurdistanê û dest nîşan kirin ku gelê Kurd ji bo çarenûsa xwe diyarbike têkoşînê dide û ji bo vê jî tevgera Kurd şerê çekdarî dimeşîne. Parêzeran herwiha destûrnameya CDK'ê pêşkeşî dadgehê kirin û diyar kirin ku ev rêxistin pir demokratîk e û xwestin ku Kitay serbest were berdan.
Parêzer dê sibê seat 13.00'an parastinê dewam bikin. Roja 13'ê Sibatê jî dê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere bike. Herwiha Kurdastinî û dostên wan ên li Hamburgê jî do roja şemiyê meşekî protestoyî li dar bixin. Mêş de seat 15.00'an li Sternschanze’yê destpê bike û li ber girtingeha Dammtorê ku Kitay li wir tê girtin dawî lê be.
Kitay 20 salan di girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê de ma û salekî zêdetir e jî li Almanyayê bêyî ku bê darizandin, di girtîgeha Damtorê de hate ragirtin. Kitay bi hinceta ji gulana 2007 û îlona 2008 ve rêveberê PKK'ê yê bakûrê Almanyayê tê darizandin. Doza Kitay, ji bo 5 aktîvistên Kurd ên li Almanyayê tê darizandin jî wekî doza sereke tê dîtin.
Almanya pîştî êrîşên 11'ê Îlonê, di çarçoveya qanûnên dijî terorê de, qanûna 129b amade kir. Ev qanûn rêxistinên biyanî yên çalakiyên tundiyê li dar xistin, dixe bin çavdêriyê û dişopîne. Sala 2010'an Dadgeha Federal a Almanyayê ragihand ku dozên PKK'ê jî dikevin nava vê madeyê. Lê belê derket holê ku sîstema dadê ya Alman derbarê bûyerên li Kurdistanê, tevgera Kurd û PKK'ê de qet tiştekî nizane.
Ji bilî doza Alî Îhsan Kitay bi heman awayî çend dozên dî jî li Almanyayê dimeşin. Li Stuttgartê ciwanên Kurd Ridvan Ozmen û Mehmet Akan tên darizandin. Herwiha meha borî Metîn Aydinê ku hezîrana 2011'an ji ber daxwaza rayedarên Alman li Swîsreyê hatibû girtin, radestê Almanyayê hatibû kirin.