Parêzeran ji polîsan re got: Hûn wekî çeteyan tevdigerin

Polîsan serokên baroyan, parêzer û rojnameger asteng kir. Parêzeran diyar kirin ku polîs wekî çeteyan tevdigerin.

Li hemberî pêşnûmaya ‘baroyên cihê’ ya ku tê wateya darbeya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya li dijî parêzeran, serokên baroyan li Parka Kûgûlû ya Enqereyê çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Polîsan dora serokên baroyan girtin û nehiştin parêzer têkevin qadê.

Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel diyar kir ku park vala ye, hinceta mesafeya fîzîkî belasebeb e û ev jî tê wateya ku serokên baroyan ji gel û parêzeran dûr bixînin.

Serokê Baroya Enqereyê Erînç Sagkan ji got ku, “Tişta ku a niha li dijî me tê kirin, tu eleqeya wê bi qanûnan tune. Ev der qadeke fireh û em li gorî krîterên Wezareta Tendirustiyê tevdigerin. A niha li dijî Destûra Bingehîn sûc tê kirin. Wê serokên baroyan li vir bin.”

Polîsan dema parêzer asteng kirin, parêzeran nerazîbûn nîşanî polîsan dan û gotin: “Hûn ma hûn çete ne? Wekî çeteyan tevnegerin.”

Gel ji bo piştgiriya serokên baroyan xwarin anîn qadan çalakiyê lê polîsan destûr nedan ku xwarin têkeve qadê.