Parêzeran ji bo Imraliyê serî li Wezareta Dadê dan

Parêzerên Buroya Asrinê, ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan dan.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê , ji bo "demildest hevdîtinê" bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re bikin careke din serlêdan kirin. Parêzeran piştî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê serî li Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan dan. 
 
Parêzeran, di serlêdanê de xwestin ku di çarçoveya hevdîtina parêzeran û malbatan de bi awayekî fizîkî hevdîtin bi muwekîlan re bê kirin û guman û fikarên têkildarî jiyana muwekîlên wan de bi dawî bibin. Her wiha parêzeran, di serlêdanê destnîşan kirin ku 8 meh in tu xeberê ji Ocalan û her 3 muwekîlên xwe yên din nagirin û têkildarî jiyan, rewşa tenduristiyê, şert û mercên girtîgehê, rewşa hiqûqî, tevdîrên pandemiyê yên li girtîgehê de tu agahî li ber destên wan tune ne. Parêzeran, xwest ku dawî li vê rewşê bê anîn û bi awayekî fizîkî hevdîtin bê kirin. 
  
Ocalan cara ewil di 27'ê Nîsana 2020'an de bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kiribû. Piştî ku li ser medyaya sanal têkildarî jiyana Ocalan hin tişt hatibûn parvekirin, ji bo fikarên di vî warî de zelal bibin birayê wî Mehmet Ocalan di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. Lê belê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtin di nîvî de hatiye qutkirin. Piştî vê hevdîtinê, tu hevdîtin bi Ocalan re nehatine kirin û tu xeber jê nayê girtin.