Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger serîlêdana parêzeran were qebûlkirin, parêzer dê biçin Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hincetên; 'Keştî xerabe ye', 'muxalefeta hewayê', 'keştî tê temîrkirin', 'keştî ji temîrê hatiye lê ji ber ku ji Serokatiya Lîmanê hîn belgeyên kêm nehatine wergirtin nikare kar bike', 'betlaneya fermî' û hwd. her tim hevdîtin tên astengkirin.