Parêzeran ji bo hevdîtina ligel Ocalan serîlêdan kirin

Parêzeran ji bo hevdîtina ligel Ocalan serîlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Huseyîn Bogatekîn ji bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtînê çêbikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Eger serîlêdana parêzeran were qebûlkirin wê sibe biçin Girava Îmrali.

Ji 27’ê Tîrmeha sala 2011’an ve tevayî serîlêdanên parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedem û hinceta "Keştî xerabe ye”, "Şertên hewayê ne baş in”, “Betlaneya Fermî”  û hwd. tên astengkirin.